Cenazeyê Şehîd Dilşêr Zap hate definkirin

AMÛDÊ – Şêniyên bajarê Amûdê û gundên wê canazeyê şervanê YPG`ê Dilşêr Zap ê di hemleya Reqqayê şehîd bû, li goristan Şehîd Ismaîl Hogir spartin axê.

AMUDE-MERASIME-SEHIDAN ‫(150929921)‬ ‫‬

Hevserokên Meclîsa TEV-DEM’ê yê Amûdê Silêman Şêxê û Fatma Silêman, şervanên YPG/YPJ, nûnerên Kongreya Star, Hevseroka Melcîsa Malabtên Şehîdan Seyîd Ferso, hevserokê Desteya malbatên Şehîdan îdan Ebû Mihemed jî di nava de bi sedan şêniyên Amûdê û gundê wê cenazeyê Nûredîn Luqman(Dilşêr Zap)yê ku di 3yê tîrmehê de di hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê de şehîd bibo ji ber Meclîsa Malbatên Şehîdan, wergirtin û bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Ismaîl derketin rê.

Li nêzî goristanê girseya gel ku bê navber diruşme beriz dikirin cenazeyê şehîd Dilşêr li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê li ser navê Desteya Malbatên Şehîdan Îdan Ebû Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd Dilşêr û hemû beşdaran re xwest û soza şopandina riya şehîdan da û got ku azadî bi keda şehîd û şervanan pêk tê.

Di berdewama merasîmê de her wiha li ser navê YPG/YPJ’ê Zelal Amûdê axivî û got ku şervanên QSD’ê ber bi rizgarkirina Reqqa de gavan davêjin û ji bo rizgarkirina sivîlan û parstina herêmê canê xwe feda dikin û got ku ew tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a dibêje jibîrkirin îxanete bibîr xist.AMUDE-MERASIME-SEHIDAN ‫(1)‬ ‫‬

Di merasîmê de her wiha li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Ilyas Seydo axivî û berxwedana şervanan ku canê xwe ji bo rizgarkirina herêmê feda dikin bibrî xist û soz da ku ew ê heta dawî şopdarên riya şehîdên xwe bin.

Li ser navê malabata Şehîd Dilşêr bavê wî Luqman Yûnis axivî û soz da ku de heta dawî şopdarên riya Dilşêr û hemû şehîdên azadiyê bin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Dilşêr Zap bi diruşmeyan spartin axê.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …