Cenazeyê şehîd Cezrawî li Tebqayê hate oxirkirin

TEBQA – Cenazeyê şervanê QSD‘ê Raîd Ebdulezîz (Cezrawî) yê ku li Reqayê şehîd bû bi merasînekê li mezara Şehîdan hate oxirkirin.

TEBQA-OXIRKIRNA-SAHED (3)

Bi sedan şêniyên herêma Tebqa, Cirniyê û Caber cenazeyê şervanê QSD‘ê Raîd Ebdulezîz (Cezrawî) yê ku li Reqayê şehîd bû ji nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Tebqayê wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ber bi mezara Şehîdên Tebqayê ve bi rê ketin.

Li mezarê merasîmeke hate lidarxistin. Merasîm bi tûraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Rêvebera Komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê Meryem El-Şerîf got “Şehîd bi xwîna xwe riya pêşerojê ji bo nifşên nû ronî kir û ji bo jiyaneke bi rûmet û azad xwe feda kirin.”

Hevseroka Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Asya El-Xerbî jî axaftin kir ev tişt  got  “Ji xaka Firatê, xaka yek gelî ye, gelê ku li hember terorê şer îlan kir û ew jî herêmê qewitandin. Em soza xwe ya bi şehîdan re nû dikin ku em ê xeta wan bişopînin da tevahî herêmê ji terorê rizgar bikin.”

Ji fermandarên QSD‘ê Zinar Kobanê  got “Xeta şehîdan tu carî nayê rawestandin, em ê xwedî li wan derkevin û armancên wan bighêjin serî.”

Di merasîmê de her wiha bi naêv Meclîsa Lihevanînê ya êşîreyan Şêx Ferhan El-Emala ji malbata şehîda re sersaxî xwest û got zarên wan siwarên azadiyê û jiyana hevbeş in.

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girse derbestê şehîd li ser milê xwe hilgirtin û di nava dirûşme û tilîliyên dayika spartin axê.

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …