Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şehîd Mihemed Yûsif (Can Amûdê) yê ku dema erka xwe ya leşkerî li kantona Hesekê pêk dianî şehîd bûye, li mezara Şehîd Îsmaîl Hogir a navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê oxir kirin.
Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê, endamên meclîs, welatiyên sivîl, xizmetkar, şervanên YPJ/YPG’ê tev li merasîma oxirkirina şervanê YPG’ê Can Amûdê bûn.
Merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Ziwer Elî axivî û diyar kir ku şervanên YPJ/YPG’ê bi têkoşîn û berxwedaniya xwe tekez dikin ku ew ji bo parastina gelan û hemû pêkhateyan amade ne.
Di merasîmê de fermandarê YPG’ê Berxwedan Amûdê diyar kir ku şehîd Can ji rojên destpêkê yê şoreşa Rojava – Bakurê Sûriyê bi awayekî çalak beşdarî xebatên berxwedanê bûye û parastina gel û axa xwe kir.
Paşê belgeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd Can hate kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd Can di nava dirûşmeyên dilsozya bi şehîdan re hate oxirkirin.