Çawa Ebû Leyla bû sembola têkoşîna şoreşgerî?

Dema ku mirov li dîroka şoreşa Rojava temaşe dike gelek lehengên berxwedêr ên li dijî dagirkerî û terorê dibîne. Di nava van berxwedêran de gelek ji wan rizgariya bajarên xwe jiyan nekirin. Fermandar şehîd Feysel Ebû Leyla yek ji van berxwedêran e. Lê bi saya têkoşîna wan hêviya gelan di rizgariyê de geş bû û gavên destpêkê li ser riya pêkanîna hêviyên wan hatin avêtin.
 Armanca sereke ya têkoşer Feysel Ebû Leyla rizgarkirina bajarê xwe ji terorê bû, ji bo pêkanîna biratiya gelan û jiyana hevbeş canê xwe feda kir û di encama têkoşîna xwe de veguherî yek ji sembolên têkoşîna şoreşa Rojava. Têkoşer Ebû Leyla beşdarî gelek pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bûye û yek ji fermandarên berxwedana Kobanê bû.

5’ê Hizêran duyemîn salvegera şehadeta Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Fermandarê Tabûrên Şems El-Şemal Feysel Ebû Leyla ye. Têkoşer Ebû Leyla fermandariya destpêkirina hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê kir û di roja sêyemîn a destpêkirina hemleyê de birîndar bû û di 5’ê Hizêranê de derket asta şehadetê.

Têkoşer Ebû Leyla di qonaxên girîng ên şoreşa gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê de muhra xwe li xebatên şoreşgerî da.

Kurtejiyana têkoşer Feysel Ebû Leyla

Feysel Sadûn ku di nava welatiyan de bi Ebû Leyla dihat nasîn, di sala 1984’an de li bajarê Kobanê ji dayîk bûye û ji destpêka şoreşa li dijî rêjîma Baasê beşdarî nava xebatên şoreşgerî dibe û yek ji damezrênerên Tugaya Cebhet El-Ekrad li bajarê Minbicê bûn. Piştî ku şerê çekdarî li bajarê Minbicê li dijî rêjîma Baasê berfireh bû, Têkoşer Ebû Leyla weke fermandarê leşkerî yê Tugaya Cebhet El-Ekrad li herêma rojhilat hate erkdarkirin.

Têkoşer Ebû Leyla li bajarê Helebê jî (Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û Heleba Kevin), her wiha eniya Laziqiyê û Eniya Eyn Îsa li dijî rêjîma Baasê têkoşiya. Bi derketina çeteyên DAIŞ’ê re têkoşer Ebû Leyla berê xwe da şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û li rex tabûrên din ên di bajarê Minbicê de cihê xwe girt.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Minbicê dagir kirin û îşkenceyên cûda bi welatiyên bajêr dikirin, armanca sereke ya têkoşer Ebû Leyla tunekirina çeteyên DAIŞ’ê bû û bi vê armancê li gelek herêmên Minbic, Bab, pira Qereqozaq, Eyn Îsa û Girê Spî şer kir.

Têkoşer Ebû Leyla her wiha bi lehengî beşdarî berxwedana dîrokî ya li Kobanê bû û fermandariya tabûra Şems El-Şemal li eniya rojhilatê bajêr dikir, her wiha yek ji sembolên şerê Murşidpînar yê 29’ê Mijdara 2014’an bû. Têkoşer Ebû Leyla bi lehengî li ber xwe dida û di encamê de 7 caran birîndar dibe û di nexweşxaneyeke Bakurê Kurdistanê de tê dermankirin û careke din berê xwe dide warê berxwedanê.

Piştî berxwedana Kobanê, têkoşer Ebû Leyla cihê xwe di rizgarkirina navçeya Sirrîn, bajarê Girê Spî, hemleya El-Hol û Şedadê, navçeya Eyn Îsa, hemleya rizgarkirina bendava Tişrînê de digire. Herî dawî weke endamekî fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û fermandarê tabûrên Şems El-Şemal têkoşer Ebû Leyla beşdarî hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê bû û cihê xwe di eniyên pêşîn ên rizgarkirina bajêr de digirt û li ber deriyên bajarê xwe derdikeve asta şehadetê.

Hêviyên têkoşer Ebû Leyla pêk tên

Têkoşer Ebû Leyla bi  riya berxwedana xwe ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve hewl da gelek armanc û hêviyên xwe pêk bîne. Evan hêvî û armanc jî hemû di xizmeta gel û welat de bûn, ji ber vê yekê armanc û hêviyên wî piştî şehadetê bûn heman armancên her şervanekî û niha li ser erdê pêk tên.

Birayê têkoşer Ebû Leyla yê bi navê Ferhad Sadûn piştrast kir ku hêviyên Ebû Leyla niha pêk tê û wiha got: “Hêviya şehîd Ebû Leyla rizgarkirina bajarê xwe ji destên çeteyên DAIŞ’ê bû û pêkanîna aştî û biratiya gelan û jiyana hevbeş têde pêk were û çeteyên DAIŞ’ê bi temamî bêne tunekirin.”

Hêviyên têkoşer Ebû Leyla di peyamekê de dema ku di berxwedana Kobanê de bû ji keça xwe Leyla re şandiye tên vegotin. Têkoşer Ebû Leyla di peyama xwe de wiha dibêje: “Ev riya me ye, ev erka me ye ku em parastina welat bikin û ji bo paşeroja zarokên weke te bixebitin. Da ku dema hûn mezin bibin, hûn ji me re nebêjin bavên me ji bo me tiştekî nekirine. Ez ji bo te û kesên weke te şer dikim. Hemû astengiyên ku em têre derbas dibin ji bo paşeroja te û zarokên weke te ye da ku hûn bi aramî û azad di welatê xwe de jiyan bikin. Şoreş ji bo te û Sûriyeyê ye. Min bêriya te kiriye. Evîna min Leyla serê te dê bi bavê te bilind be, çi zindî be û çi jî şehîd bibe. Bavê te Ebû Leyla ji Kobanê.”

Piştî ku bajarê Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, dost û hevalên têkoşer Ebû Leyla gelek hêviyên wî pêk anîn. Têkoşer Ebû Leyla bi hêviya rizgarkirina giştî Bakur Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê bû da ku paşerojeke geş ji zarokên Minbicê û giştî Sûriyeyê re were avakirin. Di sala borî de li herêma Minbicê 317 dibistan hatin vekirin û têde 96877 şagirt hatin perwerdekirin.

Her wiha bi sedan ciwanên bajêr beşdarî nava xebatên parasite bûn û ragihandin ku dê tola têkoşer Ebû Leyla ji çeteyan hilînin.

Dost û rêhevalê têkoşer Ebû Leyla, Şervan Derwîş (ku niha berdevkiya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dike) behsa bîranînên xwe yên bi têkoşer Ebû Leyla re dike û wiha got: “Ev du sal in me şehîd Ebû Leyla winda kiriye. Me bîstikên herî xweş li kolanên bajarê Kobanê bi hevûdu re derbas kirin. Şehîd Ebû Leyla bi rihekî hevaltiyê tevdigeriya û ji serkeftinê her tim piştrast bû. Şehîd Ebû Leyla her tim digot ku berxwedana Kobanê dê bibe zemîna rizgarkirina Minbicê û herêmên din ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Li ser vê bingehê şehîd Ebû Leyla bi şev û roj li ber xwe dida û serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîn.”

Şervan Derwîş destnîşan kir ku têkoşer Ebû Leyla xwedî cesaret û vîneke xurt bû û cihê xwe di dilê her kesekî ku bi wî re jiyan kiriye digirt û wiha domand: “Şehîd Ebû Leyla hêvî dikir ku Sûriyeyê giştî azad bibîne û paşeroja zarokên Sûriyeyê geş bibe. Her wiha hewl da pîvanên mirovahiyê, rastî û exlaqê belav bike. Dema ku di berxwedana Kobanê de bû her tim evan gotin li ser zimanên wî bûn.”

Lawaztî nas nedikir

Şervan Derwîş di derbarê rûkeniya têkoşer Ebû Leyla de got ku yek ji taybetmendiyên wî bû da ku moralên hevalên xwe bilind bike û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Şehîd Ebû Leyla bi rûkeniya xwe karibû rûkeniyê li ser rûyê bi hezaran welatiyên Sûriyeyê ku di salên borî de trajedî jiyan dikirin, nexşe bike. Dema ku li cihekî ji aliyê çeteyan ve dihat dorpêçkirin, moralên hevalên xwe bilind dikirin û bi bawerî digotin serkeftin para me ye. Ti carî wateya têkçûnê nedizanî. Serkeftin armanca wî bû. Her tim di bin çi buhayê de be ji bo pêkanîna serkeftinê tevdigeriya. Serkeftin li ba şehîd Ebû Leyla tiştekî mayînde bû û divê pêk were. Ji ber vê yekê her tim rûyê wî li ken bû û xwedî moralên bilind bû.”

Li ser riya pêkanîna hêviyên xwe şehîd bû

1’ê Hizêrana 2016’an roja ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê li ba têkoşer Ebû Leyla rojeke dîrokî bû. Her tim rû li ken bû. Bi moralên bilind amadekariya xwe ya beşdarbûna berxwedanê dikir û bi serkeftinê jî gelekî bi bawerî bû, lê li ber deriyên bajarê xwe gihîşt asta şehadetê.

Piştî ku têkoşer Ebû Leyla şehîd dibe, ji bo tolhildana wî û têkoşîna wî hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê bi navê “Hemleya Şehîdê fermandar Feysel Ebû Leyla” hate guhertin.

Şervan Derwîş dibêje ku ew weke dost û hevalên têkoşer Ebû Leyla dê xebatên xwe li ser riya hêviyên wî ya avakirina Sûriyeke demokratîk û azad û parastina bajarê Minbicê berdewam bikin, da ku layiqî fedekariya şehîdan bin.

Hevjîna têkoşer Ebû Leyla, Dicle Ehmed dibêje ku piştî du salan ji şehadeta hevjînê wê êdî gotinên şehîd Ebû Leyla baş nas dike dema ku digot: “Rojek dê bê û tu yê wateya têkoşîna min nas bikî. Ev têkoşîn ji bo we û hemû pêkhateyên herêmê ye.”

Li pêşiya welatiyên Bakurê Sûriyeyê ji bo dilsoziya li hemberî şehîdên weke têkoşer Ebû Leyla hêjî gelek xebat hene. Van şehîdan mîraseke têkoşînê li pey xwe hiştin û parastina şoreş û axa welat erkeke mezin e.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …