Çavkanî: Tirkiyeyê ji “El-Nusra” re çek şand

EFRÎN – Çavkaniyekê  diyar kir ku karwanekî maşîneyên leşkerî di Deriyê Bab El-Hewa re derbasî parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê bû û gihişte nuqteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra).

Li gorî çavkaniyê di nava karwanê leşkerî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye şandin de çek, cebilxane û alavên leşkerî jî hebûn. Ev alavên leşkerî li çeteyên El-Nusra yên li ser tixûbên navçeya Cindirês û Navçeya Şêrawa yên Efrînê hatin belavkirin.

Ev demeke Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan gefên êrîşê li Efrînê dixwe. Artêşa Tirk û komên xwe yên çete jî gav bi gav herêmên kantona Efrînê didin ber topan.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …