Çapemeniya Erdogan derewên xwe didomîne

 NAVENDA NÛÇEYAN – Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî AKP’ê bi derewan hewl didin rastiya berxwedana li Efrînê berûvajî bikin. Herî dawî dezgeheke çapemeniya AKP’ê dîmenekî sala 2013’an weşand û îdîa dike ku ev dîmen niha li Efrînê hatiye kişandin.

Berxwedana serdemê ya Efrînê li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ji 20’ê Çileya borî ve berdewam dike. Li hemberî berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê artêşa dagirker bi riya çapemeniya xwe hewl dide rastiyan berûvajî nîşan bide. Girêdayî vê mijarê dezgeheke çapemeniyê ya girêdayî AKP’ê dîmenekî sala 2013’an ji nû ve belav dike û têde endamekî Cebhet El-Nusra ji aliyê sekvanekî ve tê armanc girtin û niha jî dewleta Tirk heman dîmenî belav dike û dibêje ku şervanekî YPG’ê li Efrînê hatiye armanc girtin.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê ku derbeyên giran ji destên şervanên YPG’ê û YPJ’ê dixwin, hewl didin bi riya çapemeniya xwe rastiyan berûvajî nîşan bidin û raya giştî tevlîhev bikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …