Canfîda Botan çalakiya herî serkeftî vedibêje

 EFRÎN – Şervanê YPG’ê Canfîda Botan cihê xwe di dehan çalakiyên ku li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê hatin lidarxistin bû û derbeyên giran li êrîşkaran xist. Botan di yek ji çalakiyan de jiyana şervanên YPG/YPJ Avrîn û Şoreş rizgar kir.

Şervanên YPG/YPJ’ê di Berxwedana Serdemê de efsaneyên dîrokî dinivîsin. Bi çekên herî sivik li dijî balafirên Artêşa Tirk a dagirker û bi hezaran çeteyên wê ku hemû cûreyên çekên giran bikar tîn in, şer dikin û berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Di Efrînê de êdî serpêhateyên dîrokî bi ked û tekoşîna şervanan têne nivîsandin.

Şervanê YPG’ê Canfeda Botan ku cihê xwe di gelek hemleyên rizgarkirinê yên li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Rojava-Bakurê Sûriyê cih girt de, niha cihê xwe di qehremanî di Berxwedana Serdemê de digre.

Ji roja yekem a Berxwedana Serdemê de Canfeda Botan bi komek hevalên xwe re di eniyên pêş a herêma Raco de ne. Bi dehan êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê têk birin, di heman demê de cihê xwe di gelek çalakiyên ku derbeyên giran li çeteyan dan de cih girtin.

Canfeda cihê xe di rizgarkirina jiyana şervana YPJ’ê Avrîn Mesûm û şervanê YPG’ê Şoreş de cih girt.

Şervanê YPG’ê Canfîda Botanê ku cihê xwe di yek ji çeperên Berxwedanê de cih girt ji ajansa me (ANHA) re axivî û şerê di eniyên pêş ê berxwedana herêma Raco de anî ziman. Canfîda da zanîn ku berxwedana li eniya Raco gelekî zehmet bû û ev tişt anî ziman: “Artêşa Tirk bi balafiran sivîl bombebaran dikir, di heman demê de li cihên şervanên me jî dida da ku riyên parstina sivîlan li pêşiya şervanên me bigirin.”

Şervan Botan her wiha da zanîn ku şervanên wan ên di eniyên pêş de liber xwe didin hemû pîlanên navdewletî şikandin û wiha dom kir: “Berxwedana şervanên me hemû pîlanên navdewletî yên li ser Efrînê hatin kirin, têk birin. Dewletên komploger hêvî dikirin ku di nava çend rojan de Efrînê dagir bikin. Lê şervanên parastina Efrînê dikirin û îradeya gelê herêmê bi berxwedana xwe biser ketin.”

Botan di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku cihê xwe di dehan çalakiyên ku li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê hatin lidarxistin de girt û wiha dom kir: “Me di wan çalakiyan de bi dehan erebeyên leşkerî û tangên Artêşa Tirk ruxandine. Piraniya wan li gundên Elbîskê û Belîloki. Li wan gundan bi dehan leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.”

Botan, her wiha da zanîn ku çalakiya rizgarkirina Avrîn û Şoreş ku li derdora gundê Elbîskê pêk hat yek ji baştirîn çalakiyên ku hatin lidarxistin bû û wiha dom kir: “di vê çalakiyê de ez bi tenê derbasî gund bûm. Pîlan bû ku ez erebeyeke dijmin bi teqînim û vegerim. Dema ez li gund bûm, ez derbasî malekê bûm, min got qey dijmin di wê malê de ye, dema min êrîşî malê kir, herdû hevalan got ev hevalê me ye.”

Botan derbarê wê kêliyê de ev tişt anî ziman: “Kêliyeke bi bandor bû, dema kesên ku agahiya şehadeta wan hetiye tu wan bi saxî bibîne. Ez bi berxwedan û tekoşîna herdû hevalan û girêdana wan a bi axê re bi bandor bûm. Piştre min erebe ne teqand ez bi rizgarkirina herdû hevalan daketim.  Min heval birin cihekî bi ewle. Ew çalakî ji hêzên me re serkeftineke mezin bû.”

Şervanê YPG’ê Canfîda Botan di dawiya axaftina xwe de jî got Efrîn xwedî îrade û berxwedaneke mezin e û ev tişt anî ziman: “Îradeya şervan û gelê me ya di Efrînê de bê sînor e. Ez li ser vî esasî careke din soz didim hevalên xwe yên şehîd ku ez ê heta dawî xeta wan a tekoşînê bişopînim û em ê rê nedin ku Erdogan û çeteyên wê xaka me dagir bikin.”

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …