Çalakiyên YPG’ê li dijî êrişan: 10 çeteyên Tirkan hatin kuştin, 6 çete jî brîndar bûn

Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku di bin fermandariya artêşa

Tirk de tevdigerin yên li ser Rojava berdewam dikin. Li Efrînê hêzên me bersiv dan

êrişên çeteyan û li Kobanê jî liv û tevgera hewayî berdewam dikin. Her wiha hêzên me

êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser Şedadê, şikandin.

 

Encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên 5 rojên dawî wiha ne;

 

Di dîroka 15.06.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî gundên

Basûfanê û Bircikê Silêman yên giredayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Her wiha di heman

rojê de agir berdan zeviyên gundiyan yên ku dikevin navbera van her du gundan de.

Di encam de zeviyên gundiyan zerar dîtin.

Di dîroka 16.06.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi hawanan êrişî gundê Basûfanê

yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Her wiha çeteyan agir berdan zeviyên gundiyên

vê herêmê yên li derdora girê ku lê bi cih bûne. Di heman rojê de di saet 12:45an de

bi topên hawanê êrişî gundê Keramê kirin. Hêzên me bersiv dan êrişên çeteyan û li

Girê Birîndaran yê nêzî gundê Îska yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê wesayîteke

çeteyan hat derb kirin. Dîsa di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên

şer yên artêşa Tirk li ser Kobanê geriyan.

Di dîroka 17.06.2017an de balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa

Tirk li ser sînorên Kobanê geriyan. Her wiha di heman rojê de saet li 12:45an

bi topên hawanê êrişî gundê Keramê kirin.

Di dîroka 18.06.2017an de saet 1.30 şevê de 14 çeteyên DAIŞ’ê yê xwekuj êrişên

li Şedadê xalên asayîşê, nexwaşxaneyê û xalekî ya şervanên YPG’ê kirin. Bersivdayîna

hêzên me de 6 çeteyan xwe teqandin, 6 çete ji aliyê şervanên me  ve hate kuştin û 2 çete

jî dîl hatin girtin. Di encama vî şerî de 1 şervanekî QSD’ê 4 şervanên YPG’ê şehîd ketin

û 3 şervanên me jî birîndar bûn. Her wiha li ser  çeteyan çekên wan ferdî, 1 BKC û

bêtêleki Hytera hatin desteserkirin.

Di dîroka 18.06.2017an de hêzên me çalakiyeke bersivdayînê li dijî çeteyên ku di bin

fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin pêk anîn. Hêzên me hacizeke çeteyan yê li Girê

Îska yê ku dikeve ser navçeya Efrîn Cindirêsê kirin hedef û di encama çalakiya ku bi

topên hawanê pêk hat de 5 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn. Her wiha

haciza çeteyan bi temamî hat rûxandin. Piştî çalakiyê çeteyên girêdayî artêşa Tirk

bi obûsan li gundên Marîn û Eleqînê xistin.

Di dîroka 18.06.2017an de çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin

bi gulleyên tangê êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin.

Di heman demê de bi topên katyûşa û  hawanan êrişî gundê Îska kirin.

Di heman rojê de hêzên me bersiv dan êrişên çeteyan û li gundê Maranezê bagîreke

çeteyan hat derbkirin. Piştî çalakiyê çeteyan bi topên hawanê gundên Malikiyê

û Maranezê topbaran kirin.

Di dîroka 19.06.2017an saet di 13:00an de çeteyên di bin fermandariya artêşa

Tirk de tevdigerin bi topên hawanê û obûsan êrişî gundên Bêlûniyê, Girê Qestelê,

Malikiyê, Maranez, Xalta, Tinnib, Mathanê Feysel û Cilbirê kirin. Hêzên me

di heman demê de bersiv dan êrişên çeteyan û bi çekên giran li çeperên çeteyan

yên ku dikeve milê gundê Kil Cibrîn û Kefer Xaşêr xistin. Lê di derheqê encamên

çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Her wiha çeteyên girêdayî artêşa

Tirk bi çekên giran êrişî Girê Şehît Şîlan yê giredayî navçeya Efrîn Cindirêsê,

saet di 15:00 û 17:00an de bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê yê giredayî navçeya

Efrîn Şêrewa û saet di 17:30an de bi obûsan êrişî gundê Xelîl yê girêdayî navçeya Efrîn

Şiyê kirin. Her wiha hêzên me li milê Eyn Deqnê çalakiyeke bersivdayînê li dijî

çeperên çeteyên ku li Kil Cibrînê xwe bi cih kirine pêk anîn. Di encam de 5 çeteyên

girêdayî artêşa Tirk hatin kuştin û çeteyek birîndar bû. Şervanên me çûn ser

termê 5 çeteyan û çenteyekî BKC, dûrbînekî şevê, telefonek û bêtêlek hat desteserkirin.

Dîsa di encama çalakiyê de wesayîteke çeteyan a çekê giran tevî doçkaya 14,5 hat rûxandin.

Di dîroka 20.06.2017an saet 10:00an de bi topên hawanê êrişî Girê Qestelê û

Maranez yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …