Bombebarana noqteyên me ji aliyê Rûsya ve tenê xizmeta DAIŞ’ê dike′

DÊRAZOR – Fermandarê Giştî yê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla diyar kir ku êrîşên Rûsya li dijî noqteyên wan pêşveçûna hêzên QSD’ê ber bi çemê Feratê ve asteng dike û got ku ev êrîşa wan tenê xizmeta DAIŞ’ê dike.

Di heman dema ku hemleya “Bagera Cizîrê” de pêşve diçe ya bi pêşengiya Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ku di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ’ê tevdigere û heta niha bêtirî 10 hezar welatiyên sivîl rizgar kirine, balefirên şer ên Rûsyayê duh li dijî noqteyên QSD’ê yên li şîrketa Konîko ya gazê li bakurrojhilatê Dêrazorê êrîş pêk anîn û di encama êrîşê de şervanekî QSD’ê şehîd ket û du şervanên din jî birîndar bûn.

Girêdayî vê mijarê, Fermandarê Giştî yê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla êrîşa duyemîn a hêzên Rûsyayê li dijî noqteyên hêzên wan şermezar kir û diyar kir ku ev helwest pêşveçûna hêzên wan ji bo tunekirina DAIŞ’ê li herêma Dêrazorê asteng dike.

Ebû Xewla di axaftina xwe de diyar kir ku wan mafê xwe yê bersivdayînê bikar anîne û jêderên gule û topavêjan armanc kirine û wiha got: “Piştî ku balefirên şer û topavêjên Rûsya noqteyên me armanc girtin, me bersiva jêderên agir da û me mafê xwe yê bersivdayînê û xweparastinê bikar anî.”

Ebû Xewla diyar kir ku ev kiryarên Rûsyayê li gel pêşveçûna hêzên QSD’ê ji bo tunekirina “terorê” tenê xizmeta çeteyên DAIŞ’ê dike û axaftina xwe wiha domand: “Rûsya bi van kiryarên xwe nikare rê li pêşiya hemleya li dijî DAIŞ’ê rawestîne û em ê parastina ax û welatiyên xwe bikin. Em ê bi hemû hêz û derfetên xwe hemû axa bakurê Sûriyeyê ji destên çeteyan rizgar bikin.”

Hêjayî gotinê ye, ji dema ku hêzên QSD’ê li gundewarê Dêrazorê hemleya “Bagera Cizîrê” li dijî çeteyên DAIŞ’ê dest pê kiriye ve, ev cara duyemîn e balefirên Rûsya û Sûriyeyê êrîşan li dijî şervanên QSD’ê pêk tînin û cara yekemîn jî di 16’ê vê meha Îlonê de bû.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …