Birîndarên piştgiriyê: Tirkiyê lawazya xwe li hember vîna gel nîşan da

 EFRÎN – Şêniyên herêma Cizîrê û Firatê, êrîşên dagirkeriya Tirk a li dijî karwanê piştgiriyê wekî lawaziya dewleta Tirk li hember vîna gelê herêmê bi nav kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kewanê gelê Bakurê Sûriyê û Şengalê yên ku bi armanca xwedîderketina li Berxwedana Serdemê hatin Efrînê topbaran kirin, di encamê de sivîlek şehîd bû û 12 jî birîndar bû. Birîndarên êrîşan li nexweşxaneyên Efrîn û Nibul têne dermankirin.

Wensa Çawîş (54) ji herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo jî di nava girseya gel a piştgiriyê de bû. Wensaya ku di encama topbaranê de di pişta xwe de birîndar bû dibêje, “Em hatine Efrînê da ku piştgiriya gelê wê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê  bikin û tekez bikin ku Efrîn ne bi tenê ye, hemû gelê Bakurê Sûriyê li pişta wê ne.”

MOHAMED

Wensa destnîşan kir ku topbarana Tirkiyê vîna gelê naşkîne û got, “Birîna min nabe asteng ez ê heta dawiyê piştgiriyê bidim Efrînê.”

giwan

Mihemed Xalid (60) ji bajarê Qamişlo poz û destê wî yê rastê şiket wiha dibêje, “Topbarana artêşa Tirk vîna me maşkîne. Tirkiyê bi van êrîşên xwe lewazbûna xwe ya li hemberî îradeya me nîşand dike. Em xuşk û birayên xwe yên Efrînê tenê nahêlin. Tirkiyê ev yek kir da destur nede me ku em bighêjin Efrînê.”

 

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …