Birîndarê Berxwedana Serdemê: Ez ê zû vegerim qada şer

EFRÎN-  Şervanê QSD’ê Amed ku bi hevalên xwe re berxwedanek bê hempa li dijî êrîşkaran nivîsand  û wiha got,”Bê welat tu wateya mirovan nîne, ez ê di demeke nêzîk de rihet bibim û careke din berê xwe bidin qadên şer.″

Şervanê QSD’ê Ebdo Bekir (Amed) yê 19 salî ji şêniyên navçeya Mabata ya herêma Raco ye. Bi hevalên xwe re li herêma Raco li dijî êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê liber xwe da. Amed dibêje ku wan karîbû çeteyan têk bibin.EFRIN-CIWANKI-BIRINDAR

Şervanê QSD Amed ji gundê Şingilê ya navçeya Raco ku li ser sînor e. Di malbatek welatparêz de mezin bû û soz da ku ew ê hata dawî li dijî dagirkeran şer bike û parstina herêmên xwe bike. JI beriya 2 salan ve tevlî hêzên QSD’ê bş û niha di qadên berêxwedanê de cih digre. Di destpêkê de li herêmên Şehbayê jî di qadên şer de cih girt û di parastina herêmê de cih girt.

Piştî Artêşa Tirk di aliyê ezmanî de êrîşî katnonê kir li eniya gundên Xelîl û Imera parastin kir.

Dema şer li girê Kevrê Girê ya herêma Raco dijwar şer nêzîkî mala wî bû. Amed berê xwe da eniyên pêş û di dîroka 26’ê çile de saet di 09.00’an de rewşa hewa ya zivistanê dijwar bû, dijmin bi hemû cûreyên çekên giran êrîş pêk anîn. Amed û hevlên wî berê xwe dan girt û dest bi şerê li dijî êrîşkaran da.

 

Amed da zanîn ku dema şer di navbera wan û Artêşa Tirk û çeteyên wan de derket, wî tehemul nekir ku Artêşa Tirk û çeteyên wan nêzîkî gir bibin û berê xwe da qada herî pêş û bersiva êrîşkaran da. Amed û hevalên xwe êrîşa çeteyan şikandin.

Amed, destnîşan kir ku berxwedana wan dijmin derbeyên giran xwarin û ev tişt anî ziman: “Me bi îradeyeke xurt li dijî dijmin şer kir. Me rê neda dijmin ku bostekê jî pêş bikevin. Di wî şer de sê gule li min ketin, yek li zik, yek li singa min û yek li lingê min ket.

Amed, bi ser bilindî digot ku dema ew  birîndar bû pir bi bandor nebû û ev tişt anî ziman: “Mirov bê welat tu wate ji wan renîne. Divê em bi rumet parastina xaka xwe bikin. Dijminê dagirker wê çi karibe bike.Niha jî ez dixwazim herim qadên şer û parstina herêmên xwe bikin. Em soz didin ku em ê herêmên xwe biparêzin. Em ê tola hevalên xwe yên şehîd rabikin, ez di demeke nêzîk de rehet bibin û careke din berê xwe bidin qadên parastinê.”

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …