Bîlançoya şerê hefteyekê:

Ji çapemenî û raya giştî re

Dewleta Tirk bi hevkariya Cebhet El Nûsra û komên girêdayî wan li dijî gelê me yê Efrînê şerekî giran û eşkere da destpêkirin. Ev şer 20’ê Çileya 2018’an de roja şemiyê saet 16:00’an de dest pê kir û di vî şerî de hemû teknîka pêşketî ya artêşa Tirk ji bejahî û hewayî ve hat bikaranîn.

 

Gund û navçeyên me yê ku sîvîl lê ne, her wiha koçberên ku ji deverên din yê Sûriyê xwe spartine Efrînê bûn hedefa van êrişên hovane. Di van êrişan de gelek zirara canî û maddî çê bûn. Piraniya wan jin û zarok gelek sîvîl bûn hedefa êrişan. Ev êrişên hovane heta niha jî li ber çavê dinyayê berdewam dikin û hemû pîvanên mafê mirovan tê binpêkirin.

 

Em van êrişan weke berdewamiya êrişên ku bi pêşengiya çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê me dihat kirin dibînin. Dewleta Tirk hewil dide ku rih vegerînê laşê vê organîzasyona terorîst (DAIŞ) ku di encama têkoşîna me de li ber xilasiyê ye.

 

Em ê li dijî van êrişên hovane bêdeng nemînin. Em ê şoreşa rûmetê û parastinê nîşanî van hovan bikin. Ji bo parastina gelê me yê Efrînê ji dagirkeriya dewleta Tirk û Cebhet El Nûsra, Em ê wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi fedakariyeke mezin pêk bînin.

 

Dewleta Tirk tevî teknîka xwe ya pêşketî, çekên NATO û tankên Elmanî yên li dijî gelê me bikaranî jî nekarî di warê leşkerî de gavekî jî pêş de were. Di encama şerê hefteyekê de dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê derbên giran xwarin. Artêşa ku derbên giran xwe, kuştina jin, zarok û bi giştî sîvîlan ji xwe re weke serketineke mezin dibîne. Em ji raya giştî ya cîhanê re eşkere dikin ku li Efrînê komkujiya sîvîlan bi taybetî jî ya jin û zarokan pêk hat.

 

Êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ne tenê li dijî Kantona Efrînê lê li dijî kantona Cizîr û Kobanê jî pêk hat.

 

Bîlançoya şerê heftane ya li Efrînê;

 

– 699 caran êrişa bi top û hawanan.

– 191 caran êrişên hewayî.

– 1 carê êrişa bi helîkopterê.

Balafirên keşfê bênavber digerin.

– 136 caran sing bi sing şer rû da.

– 308 esker û çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatin kuştin. Di nav wan de 4 fermandar û fermandarekî tugaya Semerqend ê bi navê Ahmet Fayiz jî hene.

Termê 4 eskerên Tirk ketin destê Şervanên me.

Gelek cebilxane û belgeyên artêşa Tirk hatin desteserkirin.

Hejmareke alavên leşkerî hatin rûxandin, ji van 4 panzêrên cûreya “Dûvpişk” û çar panzêrên veguhestina leşkeran, wesaîteke doçka lê barkirî, traktorek, 2 tank, treksek û panzêreke BMB hatin bêbandorkirin.

Encama 7 şerî nehat zelalkirin.

– 8 jê Şervanên YPJ’ê, bi giştî 43 Şervanên QSD’ê şehîd bûn.

– 59 sîvîl şehîd bûn 134 jî birîndar bûn.

 

Minbic:

 

Tabûreke çeteyan a girêdayî dewleta Tirk bi çeka doçka êriş kir.

 

Kobanê:

 

3 caran bi çekên giran êrişî gundê Zormixarê kirin. Di vî şerî de top, hawan û doçka hat bikaranîn.

 

Cizîr:

 

Artêşa Tirk deverên sivîlan topbaran kir û avêtina 9 topan hate belgekirin. Di encama topbaranê de 3 sîvîl şehîd bûn yek jî birîndar bû.

 

 

Navenda ragihandina QSD’ê.

 

 المركز الإعلامي لقوات سوريا الديمقراطية
26 / 1 / 2018

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …