Bîlançoya hin ji binpêkirinên dewleta Tirk di meha Gulanê de

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî di meha Gulanê li Efrînê zêdeyî 3 hezar û 295 sivîl revendina û 30 jin di nav de yên ducanî jî hebû, hatin revandin û tecawîz kirin.

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên kantona Efrînê didomînin. Rojane, kuştin, revandin, êşkencekirin, dizî û talankirin, her wiha guhertina demografî pêk tên.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, di meha Gulanê de li kantona Efrînê gelek binpêkirin pêk anîn. Ji wan ajansa me karîbû zêdeyî 3 hezar û 295 sivîl hatine revandin diyar bike. Artêşa Tirk û çeteyên wê di heman demê de ji welatiyên ku dixwazin vegerin malên xwe pereyên pir dixwazin, bi vê yekê jî rê li ber vegera welatiyên Efrînê bigirin û siyaseta xwe ya guhertina demografîk ku li herêmê pêk tîne, mayînde bike.

Artêşa Tirk a dagirker li dijî jinan jî heman rêbazê DAIŞ‘ê bi kar di anîn. Cilên fereh û destmal li ser jinan feriz kirine. Di meha gulanê de t30 jin di nav de yên ducanî jî hebû, revandin û tecawî kirin. Tê gotin ku hejmar ji wiha zêdetire, lê yên agahî derbarê wan hatine girtin, ev in.

Artêşa Tirk a dagirker zêdeyî hezar û 200 malbatên ji gundewarên Şam û Humis û herêmên din ên Sûrieyê li Efrînê bi cih kirin.

Çeteyên li Efrînê hatin bicihkirin, milkên welatiyên Efrînê desteser dikin û navên wan diguhre. Li bajarê Efrînê çeteyekî dukaneke telefonên destan a bi navê “Stdyo 23” ya welatiyekî Efrînê piştî ku desteser kir, veguherî xwaringehê û navê wê kir “Xûat”.

Artêşa Tirk û çeteyên wê ne tenê li dijî sivîlan binpêkirinan pêk tîne, lê belê li dijî xwezayê jî destdirêjiyê dike, deran dibirin û zeviyan telef dikin. Çeteyan herî kêm derdora 50 donim zeviyên çandiniyê yên welatiyan talan kirin û zêdeyî 500 darên zeytûnan qut kirin.

Artêş Tirk a dgirker, di meha derbasbûyî de dibistana gundê Hikiçê ya girêdayî herêma Cindirêsê veguhest bargeha lepirsîn û êşkencekirina sivîlan.

Artêşa Tirk a dagirker şêniyên kantona Efrînê neçar dikirin ku nasnameya Tirkî bigirin da ku wan beşdarî hilbijartinan li pêş ên Tirkiyê bike. Li aliyekî din jî peykerê kesayeta welatparê “Ehmed Hebo” xirab kirin.

Artêşa tTirk a dagirker  li herêma Reco di navbera navçeyê û gundê HecXelîl li aliyê başûr qadeke ji bo rawestandina frokeyên hilîkopterê avakir.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …