Bi sedan dikanên sûka Raco hatine topbarankirin

EFRÎN – Topbaran û bombebarana artêşa tirk û teroristên wê ku ev 23 roj in bê navber didome, gelek wêranî û xirabûn di binesazê û bazara herêma Raco de çêkiriye.EFRIN-TOPBARENE-CETYAN (9)

JI ber êrîşa hovane ya ArtêşaTirk û teroristên wan a li ser navenda herêma Raco ku ev 23 roj li pey xwe hiştiye, bi sedan mal, firin, navenda postê, saziya çandiniyê , Heyva SOr a Kured, navenda zarokan û navenda tenduristiyê gelek ziyan dîtine.Ji bilî van hemûyan jî gelek ziyan di dikanên sûka herêmê de ku di kolana serkee ya bi navê Kolana Bazarê tê naskirin de pêkhatiye.

Dibistanên Şehîd  Hercî Mûs a seretayî, dibistana şehîda demhat a navîn jî  û bexçeyên zarokan ku li nêzî navenda tenduristiyê ne jî ji ber topbaranê ji kar rawestiyane, her wiha yek ji firinên sereke yên herêmî hatiye topbarankirin bi temamî şewitiye û ji xizmetê derketiye.

Di nava 23 rojên êrîşê de zêdeyî 150 sivîlên ku piraniya wan jin û zarok in şehîd bûne û bi sedan welatî birîndar bûne. Di heman demê de gelek wêranî û ruxandin li herêmê pêk hatiye.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …