Bi ruhê tolhildana ji malbatê re, şer dike

REQQA – Bi armanca tolhildana ji malbata xwe re, beşdarî nava refên YPG′ê bû û di çeperên berxwedanê de, şerê çeteyên DAIŞ′ê dike.

Ciwanê bi navê Welîd Hesen Ecac (20) ê ji bajarê Reqqayê 5 Endamên malbata wî ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatin kuştin, tevî birayê xwe tevlî nava refên YPG′ê bû û di hemleya rizgarkirina Reqqayê de cih girt, da tola malbata xwe rake.

Çeteyan qapîr, bapîr, xaltîk û çeka xaltîka wî kuştin û Endamên malbatê yên mayî li bajaroka Himêrat a rojhilatê Reqqayê asê man. Welîd beşdarî operasyona rizgarkirina bajarokê bû, malbata xwe xelas kir û gihand cihekî bi ewle.

Welîd di çeperên berxwedanê li gel hevalên xwe şerê çeteyan didomîne û got ku şêniyên Reqqayê bi pêşveçûna şervanan kêfxweşin.

Welîd bang li hemû ciwanên Reqqayê kir ku beşdarî nava refên QSD′ê bibin û axa welatê xwe biparêzin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …