Bi Ruhê Arîn Mîrkan Jinên Cîhanê Li Ber xwe Didin

Bi Ruhê Arîn Mîrkan Jinên Cîhanê Li Berxwe Didin

Bi boneya salvgera 4. ya şehîd Arîn Mîrkan, merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Di merasimê de bi dehan şervan û fermandarên YPJ’ê û YPG’ê amadebûn.

Di merasîmê’ de ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û YPG’ê Leyla Waşûkanî, Rûken Efrîn, Delîl Çirav û Tolhildan amadebûn. Fermandara YPJ’ê Leyla Waşûkanî di merasîmê de xîtabî şervanan kir û di serî de di kesayeta heval Arîn Mîrkan de tevahî Şehîdên Rojava û Bakûrê Sûriyê bîr anî.

Di sala 2014’an de çeteyên DAİŞ’ê bi desteka gelek hêzan, êrîşî bajarê Kobanê kir. Li hemberî vê êrîşa hovane gelê Kurd û jinên Kurd seknekî fedayî yane pêşxistin. Arîn Mîrkan yek ji wan kesayeta bû ku heya kêliya dawî şer kir û li berxwe da. Arîn Mîrkan, li ser Girê Miştenûrê bi berxwedana xwe ya lehengî û bi ruhê xwe yê fedayî navê xwe li tevayî cîhanê belav kir û di 5’ê Cotmeha 2014’an de şehîd bû.

Waşûkanî, li ser girîngiya berxwedana Kobanê û kesayeta Arîn Mîrkan sekinî û wiha axivî; Em di serî de şexsê heval Arîn de şehîdên Kobanê û tevayî şehîdên şoreşê bîr tînin, bejna xwe ditewînin û soza şopandina rêya wan nû dikin. Şehîdên me pêşengên me ne. Şehîdên me ronahiya rêya me ne. Şoreşa me bi şehîdan hate ava kirin û xaka me bi xwîna şehîdan hate avdan. Şehîdên me yekîtiya ruh û fikrî di me de ava kirin. Berxwedana Kobanê, ruhê netewî di nava Kurdan de xurt kir û deriyê pêşxistina şoreşa Rojava vekir. Ev derî bi ked û berxwedana şehîdan hate vekirin. Hevrê Arîn, bi sekna xwe ya dilpak û bi girêdana doza gelê xwe ve li hemberî hovîtiya çeteyên DAİŞ’ê li berxwe da. Heval Arîn, bi berxwedana xwe ya dîrokî hişt tevayî jinên cîhanê berê xwe bidin şoreşa Rojava. Bi şehadeta hevrê Arîn re, bi hezaran keç beşdarî nava refên YPJ’ê bûn. Îro li ser rêya heval Arîn bi hezaran jin, li ber xwe didin û xwe di aliyê parastina cewherî de perwerde dikin. Bi ruhê Arînan, îro jinên Rojhilata Navîn û tevayî jinên cîhanê li hemberî zilamê berxwe didin. Em jî weke şopdarên xeta Arînan, bi çeka xwe şerê parastina hebûna xwe dikin û bi tekoşînê xwe mezin dikin, perwerde dikin û li hemberî êrîşan li berxwe didin.

Ev meşa berbi azadiyê bi Arînan û bi sedan şehîdên me dest pê kir û weke berdewamiya vê xelekê heval Sozdar, Rêvana, Barîn, Amargî, Avesta û bi hezaran şopdaran bê rawestan didome. Em dibêjin rêya ku wan da ser, emê wê rêyê heta serkeftinê bişopînin û biparêzin. Çawa wan bi sekna xwe, bi berxwedana xwe hemû pîlanên dijmin vala derxistin, dijmin poşman kirin, emê jî serî de li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên ku dixwezin xaka me dagir bikin, êrîşî destkeftiyên şoreşa Bakûrê Sûriyê bikin emê bi ruhê Arînan li hemberî bisekinin.

Em careke din dibêjin di rojeke wek îro de soza xwe nû dikin û emê di sala 5. ya şehadeta heval Arîn de tekoşîna azadiyê bilind bikin. Ji bo rizgar kirina Efrînê xwe amade bikin û weke YPJ’ê hêza xwe di xeta Arînan de mezin bikin. Li se wê esasî em careke din dibêjin şehîd namirin û heta ku em hebin emê li ser rêya wan bin emê heviyên wan bi serkrftinê tacîdar bikin û dibêjim şehîd namirin, şehîd namirin, şehîd namirin’

Merasîm bi avêtina şiara şehîd namirin û bijî Serok Apo, bê Serok Apo jiyan nabe bi dawî bû.

 

https://www.youtube.com/watch?v=4L2cQyF3xKI

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …