Bi merasîmeke heybet gelan şehîdên xwe oxir kirin

EFRÎN – Bi sedan şêniyên kantona Efrînê û gelên Bakurê Sûriyê 20 şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin.EFRIN-OXERKIRNA-20-SEHID-BERXWEDANE-SERDEME (2)

Bi sedan ji şêniyan cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Avrîn wergirtin û berê xwe dane Goristana Şehîd Avesta Xabûr a li ser rêya gundê Kefer Şîleh.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakurê Sûriyê Qehreman Mihemed û ji rêveberên Kongreya Star Welîde Botî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de, sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina rêya wan heta dawiyê hate dûbarekirin. Her wiha hate gotin ku balafirên artêşa dagirker derdora Efrînê bombebaran dike, da ku gel bitirse û dev ji warê xwe berde, lê bi hevgirtina gelan û xwedîderketina li şehîdan, wê pîlanên Erdogan û artêşa wî têk biçin.

Dayîka şehîd Şervan Şêrawa jî axivî û gotʺEz serbilind im ku ez bûme dayîka şehîdan. Kurê min di Berxwedana Serdemê de ku bi saya hevgirtina gelan li tevahiya cîhanê  deng veda, şehîd bû.ʺ

Paşê, li ser daxwaza şehîd Şervan, xwişka wî straneke şoreşgerî got.EFRIN-OXERKIRNA-20-SEHID-BERXWEDANE-SERDEME (4)

Di dawiya merasîmê de, gel bi dirûşmeyan şehîdên xwe oxir kirin.

Nasnameya şehîdên ku hatine oxirkirin wiha ne:

ʺRizgar Mûsa (Welat Dêrik), Abdullrehan Abdullah (Rûstem Cûdî), Mihemed Reşîd(Qendîl Cûdî), Umer Mihemed Umer(Cîhad Zorava), Ronî Miho(Ronî Efrîn), Hesen Nesrî(Ebû Rîm), Rêzan El-Rabû(Rûstem Cûdî), Fîras Hisên(Qehreman Efrîn), Hafiz Heson (Bakur Efrîn), Cuma Mustefa(Şervan Şêrawa), Beşar Koloh Xeyrî (Rojhat Şêrawa), Qortayî Wan, Fayîq Hec Ebdo(Baran  Mûrdem), Mewlîde Mihemed (Gerîla Stêrk Çiya), Sînal Heyder(Avaşîn Kesra), Zekûr Hemo(Basil Sedawî), şehîdên AsyîşêʺEdnan Reşîd  û Abdullrehman Şêx Xelîlʺ û şehîdên sivîl Medîne Hisên û Mihemed Mihemed.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …