Bi Fikir Û Felsefeya Heqîqetê Min Şoreşa Jinê Nas Kir

Şervana YPJ’ê Hedîl Serêkaniyê ku sala 2020’an tevlî YPJ’ê bû dibêje, “Ji bo min tevlîbûna li nava YPJ’ê zayîneke nû ye. Hedîl di despêka axaftina xwe de bal kişande ser sedema tevlîbuna xwe ya li nava refên YPJ’ê û got, “Min di nava civakê de dît ku jin çiqasî kedeke behempa dide, lê kes xwedî li keda wê dernakeve. Her tim di bin sîstema zilam û desthildariyê de bêgotin û fikir mabû. Ev gelekî bala min kişand ku ez werim tevlî nava refên parastina jinê bibim.”

Hedîl wiha behsa serhatiya xwe ya nava refên YPJ’ê dike: “Bi fikir û felsefeya Rêber Apo jin bû xwedî nasname û li cewherê xwe carek din vegeriya û nas kir. Dema ku ez tevlî bûm bi xeyalên mezin min xwest vê şoreşê hezim bikim û di rastiya wê de li xwe kûr bibim.”

Hedîl bi berdewamî got, “Ji ber ku gelek tiştê ku me nedikarî di nava civakê de fêr bibim ez niha fêr dibim. Min di nava sîstemê de tenê zanîbû jin a malê û zarok anînê ye, lê dema ku min rastiya jinê nas kir vê gelek bandor li ser min kir û heman demê jî ez kêfxweş bûm ku jin xwedî rolekî sereke ya civakê û şoreşê ye.”

Hedîl destnîşan kir ku di rêwîtiya xwe de, ya di nava şoreşê de hem wekî şervanekê ji bo parastina axa xwe û nirxên pîroz ku di hemû dem û cihan de wê amede be, hem jî, ji bo ku êşa gel û civaka xwe ji cîhanê re bibêje hin wêne xêz kiriye.

Di her wêneyekî xwe de bi watedayînê şoreş mayinde kiriye. Di serî de jina ku destpêkê di nava civakê de tê kolekirin û fetisandin.

Hem jina ku di nava şoreşê de cihê xwe di hemû beşan de girtiye û bi taybet di warê leşkerî de berpirsyartiyek mezin hilgirtiye ser milê xwe ji bo parastina welat û civaka xwe. Bi van wêneyan Hedîl rastiya civakê şîrove kiriye.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …