Beşê Zabîteyê ya Tebqayê dest bi kar kir û buhayan diyar kir

TEBQA – Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê Beşê Zabîteyê aktîf kir, da buhayê madeyan kontrol bike û rê li pêşiya keysbaziyê bigire.

Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê, Beşê Zaîbteyê aktîf kir. Endamên Beşê Zabîte, yekser dest bi karê xwe kirin, di vê çarçoveyê de di nav sûkê de geriyan, made û buyanên wan kontrol kirin.MIHEMED DERWIS

Endamên Beşê Zabîteye, firotina nan li ser bestayan ku xwediyên wan bi buhayê cuda û ji firinan zêdetir difrotin, sekinand û xwediyên wan hişyar kirin.

Buhayê turbeyek nan ji firneyan bi 200 lêreyan e, lê li ser besteyan bi 500 lêreyan tê firotin.

Endamê Beşê Zabîte bi navê Mehmûd Hebûş, diyar kir ku wan lîsteyeke amadekirine û buhayê madeyên xwarin, paqijkirin û cil diyar kirine û destnîşan kir ku ew beriya Cejna Remezanê li dikanan bigerin û lîsteyê li xwediyê dikanan belav bikin da ku rê li ber keysebaziyê bigirin.

 

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

′Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdare′

CEFER CEFO EFRÎN – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Cemîl êrîşên artêşa …