Beşdarî hêzên parastina mirovahiyê bû û kolêja xwe rizgar kir

 

REQA – Ji xwendina xwe bêpar ma, ji ber tarîtiya çeteyan warê xwe terk kir, tevlî nava refên hêzên parastina mirovahiyê bû û beşdarî operasyona rizgarkirina kolîja xwe bû.REQA-HEVDITIN-BI-SERVAN-YPJ-DILBIRIN-RE ‫(166593027)‬ ‫‬

Şervana bi navê Dilbirîn Sadiq (26) ji bajarê Reqayê ye, tevlî nava refên Hêzên QSD′ê bû û di hemleya rizgarkirina bajarê xwe de cih girt. Armanca wê ew e ku tola zarokên ku ji ber zulma çeteyên DAIŞ′ê ji mafê xwendinê bêpar mane, hilde.

Dema ku bajarê Reqayê ji aliyê çeteyan ve hat dagirkirin, Dilbirîn xwendekara kolêja zanistan bû. Çeteyan navendên perwerdeyê veguherandin cihên zulm û tarîtiyê. Ji ber kiryarên çeteyan ên hovane, Dilbirîn ji bajar derket û tevlî nava refên Hêzên QSD′ê, ji ber ku QSD′ê tekane hêza ku şerê terorê dike û mirovahiyê diparêze.

Dilbirîn bi hêviyeke mezin a azadiya jinê û nifşên pêşerojê ji zulma çeteyan, di hemleya rizgarkirina Reqayê de cih digire.REQA-HEVDITIN-BI-SERVAN-YPJ-DILBIRIN-RE ‫(1)‬

Piştî ku kolêja zanistan hat rizgarkirin, Dilbirîn derbasî kolêjê bû û bîranên xwe vedigerandin. Dilbirîn wiha got: ″Dema ez ji bajar derketim, min li pişt xwe mêze dikir. Bajarê min bi rengê reş hatibû nixumandin, min nedixwestin jê derkevim, lê ji ber zulma çetyan ez neçarç vê yekê bûm.″

Dilbirîn di nava refên QSD′ê de, wateya azadiya jinê nas kir û di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: ″Ez li ser wan rojên ku min dixwend lê mafê min ê jiyanê tune bû. Piştî ku kolêja min hat rizgarkirin, baweriya min heye ku em ê navendên perwerdeyê li ser esasê fikirên azad ava bikin. Da em neteweya demokratîk ku berjewendiyên gelên herêmê diparêze, ava bikin.″

Dilbirîn bang li rêxistinên mirovî kir ku bibin alîkar da navendên perwerdeyê li bajar bêne avakirin û wiha axivî: ″Wek Hêzên QSD′ê, me navendên perwerdeyê rizgar kirin. Hêviya min ew e ku em bi ruhekî hevbeş jinûve xebatên perwerdeyê li bajarê xwe yê azad bidin meşandin.″

REQA-HEVDITIN-BI-SERVAN-YPJ-DILBIRIN-RE ‫(166593026)‬ ‫‬ REQA-HEVDITIN-BI-SERVAN-YPJ-DILBIRIN-RE ‫(166593025)‬ ‫‬

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …