Berxwedan: Hemleya Şoreşgerî me dest pê kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Ji fermandarên QSD`ê yên kantona Efrînê Mehmûd Berxwedan got”Li dijî dagirkeran me Hemleya Şoreşgerî da destpêkirin.”

Mehmûd Berxwedan beşdarî Televizyona Sterk TV bû û da zanîn ku wan li dîjî dagirkeriya Tirk “Hemleya Şoreşgerî” dane destpêkirin.

Berxwedan li ser derbasbûna dewleta Tirk a dagirker ya li gundê Reco re jî gotʺCihê dijmên bidizî derbasî herêmê bûne wan êvarê Hemleya Şoreşgerî dane destpêkirin. Hemleya me hêj dewam dike. Li gundê Hedima, Şadiya û hîn li gundên herêmê hemleya me dewam dike. Li gundê Sorkê şerên dijwar rû didin. Hemleya me berfireh e. Li herêma Reco cihê ku ew derbasî bibûn ji wir hatin derxistin.”

Berxwedan got ku hemleya wan her diçe berfireh dibe û wiha got ” Dijmên di got ku wan gundê Şingêlê girtine. Li gund me hemleyek berfireh lidar xist û dijmên ji gund hate derxistin. Li ku derbasî nava axa me bûne, em niha li dijî wan hemleyan dikin û hemleyên me dewam dikin. Di seatên pêş de em ê derbarê hemleya xwe agahiyên berfireh bidin. “

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …