Berê jinên Bakurê Sûriyê û Kurdistanê li Efrînê ye

 

MINBIC – Jinên ji herêmên Firat û Cizîr, Dêrazor, Reqa, Şengal û şandeyên ji hersê parçeyên din ên Kurdistanê ku gihîştin Minbicê, berê xwe dane warê Berxwedana Serdemê ya Efrînê.MINBEG-JININ-DIGTEN-EFRINI (1)

Ji bo pîrozkirina 8`ê Adarê(Roja Jinên Cîhanê) û piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê, duh bi hezaran jin ji herêma Cizîrê, Dêrazor, Şengal û şandeya ji Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê  ketin ser rêya Efrînê.

Duh şev jin gihîştin bajarê Kobanê yê herêma Firatê. Îro vê sibê jî jinên herêma Firatê tevlî jinên ji herêma Cizîrê, Dêrazor, Şengal û şandeya ji Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bûn û berê xwe dane bajarê Minbicê. Li vir jî jinên Minbicê û Reqayê tevlî jinan bûn û bi hev re berê xwe dane herêma Efrînê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …