Berdevka YPJ’ê: Em bi yek dengî li ber xwe bidin

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed anî ziman, ku êrîşên dewleta Tirk ji ber xweranegirtina li Şoreşa Jinê ye û bang kir ku bi yek dengî, yek kulmê li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî têbikoşin.

Rûksen Mihemed êrîşên dewleta Tirk bi barbariyê pênase kir û anî ziman ku êrîş li ser paradîgmaya Neteweya Demokratîk tê kirin û qirkirin li Kurdan û gelên herêmê tê ferzkirin.

Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rûksen Mihemed li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.

‘BÊDENGÎ TÊ WATEYA HEVKARIYÊ’

Rûksen Mihemed anî ziman ku şervan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, cîhan û mirovahî ji terora DAÎŞ’ê rizgar kirin û nerazîbûn nîşanî dewletên navneteweyî da: “Li dijî terora DAÎŞ’ê, gel û şervanên herêmê bi berxwedaneke bêhempa mirovahî û cîhan ji terorê parastin û rizgar kirin. Îro careke din dewleta Tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li hemberî van êrîşên dewleta Tirk bêdengiya dewletên navneteweyî dewam dike. Bêdengî tê wateya hevkariyê û erêkirina êrîşê.”

Rûksen Mihemed ragihand ku êrîşên li ser herêmê têne kirin nîşaneya siyaseta înkar û tunekirinê ya dewleta Tirk e û got, “Teknîk û teknolojiya li ber destê xwe hemûyan li hemberî gelê herêmê bi kar tîne. Ev jî nîşan dide ku nikare xwe li Şoreşa Rojava, Şoreşa Jinê rabigire.”

‘EM BI YEK DENGÎ, BI YEK KULMÊ DAKEVIN QADAN’

Rûksen Mihemed bang li gelê herêmê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê û dostan kir: “Divê her kes li qadan be, rabe ser piyan. Li dijî van êrîşan bi taybetî jî jin û ciwan divê li qadan bersiveke xurt bidin. Ji bo parastina nirxên Şoreşa Rojava em bi yek dengî, yek kulmê dakevin qadan.”

Rûksen Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji bo valakirina herêmê û tirsandina gelan êrîş dike û li dijî  êrîşên ku dixwazin destketiyên jinê tune bikin bang kir, ku bi Şerê Gel ê Şoreşgerî tol bê hilanîn.

Rûksen Mihjemed diyar kir, ku êrîş çiqasî berfireh jî bin wê destketiyên gelê herêmê û jinan biparêzin û got, “Ev parastin parastina nirxên gel e. Têkoşîna me ji bo ewlehiya cîhanê ye.”

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …