REQA – Berdeva Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed destnîşan kir ku şervanên QSD`ê taxa El-Sukne ya navenda bajarê Reqayê rizgar kirin û Li taxa Mirur, Emîn û Mensur şer didome.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê êdî ber bi dawîbûna ve diçe. Ji Fermandarên QSD`ê Rojda Felat duh diyar kiribû ku bajarê Reqayê sedî 70 ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin.
Derbarê pêşveçûyînên dawî yên pêngavê de, Berdevka Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed axivî û da zanîn ku hêzên wan taxa El-Sukne ya navenda bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û li taxa Mirur, Emîn û Mensur şerên giran ev çend roj in didomin.
Cîhan diyar kir ku li her sê taxên navborî yên navenda bajarê Reqayê şerên dijwar rû didin û tekez kir ku ew ê di demeke kurt de werin rizgarkirin.
Berdevka Xezeba Firatê anî ziman ku ew ê di demeke nêz de mizginiya rizgarkirina çerxereya El-Neîm ku çeteyên DAIŞ`ê nav lê kiribûn çerxereya (El-Cehîm) bidin gelê Reqayê û wiha pê de çû:”Çeteyên DAIŞ`ê li çerxereya El-Neîm kriyarên dijî mirovahiyê pêk dianîn. Em soz didin ew ê di demeke kurt de ew çerxerê werê rizgarkirin”.