Berdevka Bagera Cizîrê: Hêzên me li hemberî Rûsya bêdeng namînin

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarê Dêrazorê Lîlwa Ebdullah bombebarana hêzên Rûsya li dijî hêzên wan bi tundî şermezar kir û got ku di encama vê bombebaranê de şervanekî wan şehîd ketiye û du şervanên din jî birîndar bûne. Her wiha da zanîn ku ew li hemberî vê destdirêjiya Rûsyayê bê deng namînin.

Balefirên Rûsyayê îro cihên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yên li devera Konîko ya berhema gazê li bakurrojhilatê Dêrazorê bombebaran kirin. Li ser vê yekê Berdevka hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarê Dêrazorê Lîlwa Ebdullah daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku ev êrîşa Rûsyayê tenê dikeve xizmeta terorê û xebatên wan li dijî terorê asteng dike.

Lîlwa Ebdullah di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di dema ku hêzên me, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê di şerê li dijî komikên rêxistina terorîst de di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Cizîrê û rojhilatê Feratê ji destên çeteyan, bi gavên mezin pêşve diçin, hêzên Rûsyayê ev cara duyemîn e destdirêjiyê li eniyên pêşîn ên hêzên me êrîşan pêk tîne. Hêzên Rûsyayê di vê êrîşa dawî de jî cihên şervanên me yên li devera Konîko ya gazaê li bakurrojhilatê Dêrazorê armanc kir. Rûsya bi vê helwesta xwe hemû daxwaz û hêviyên gelê me di rizgarkirina ji terorê binpê dike.”

Lîlwa Ebdullah di berdewama axaftina xwe de got ku balefirên şer ên Rûsyayê ji bo berjewendiya rêjîmê tevdigerin û di encamê de ziyan bi hêzên me dike, nemaze di vê êrîşa Rûpsyayê ya dawî de jî şervanekî me şehîd ket û du şervanên din jî birîndar bûn. Her wiha ziyanên madî jî bi binesaziya navenda gazê bûye.”

Lîlwa Ebdullah di axaftina xwe de destnîşan kir ku hêzên wan çalakiyên xwe yên leşker bi kordîneya bi hêzên Koalîsyona Navnetewî re pêk tînin û wan ti carî êrîşî hêzên din nekirine da ku karibin bi hêz din re di heman xendekê de şerê terorê bikin û komikên terorîstan tune bikin. Lîlwa bi gotinên hişk û destdirêjiya Rûsyayê şermezar kir û wiha domand: “Ev êrîşa Rûsya ya li dijî hêzên me tenê dikeve xizmeta çeteyan û xebatên me yên li dijî van komikên terorîstan asteng dike.” Lîlwa destnîşan kir ku ji mafê wan e parastina xwe bikin û hêzên wan li hemberî van êrîş û destdirêjiyan ti carî bêdeng namînin.

Lîlwa Ebdullah bang li Rûsyayê kir ku li helwesta xwe vegere bi rola xwe weke tê xwestin rabe û dest ji van helwestên xwe yên li dijî daxwaza gelan berde, nemaze hêzên van gelên herêmê bi berxwedaniyeke mezin li dijî terorê li ber xwe didin.

Hêjayî gotinê ye Lîlwa Ebdullah îro bi awayekî fermî weke berdevkar hemleya Bagera Cizîrê ku Hêzên Sûriya Demokratîk di 9’ê Îlonê de ji bo rizgarkirina gundewarên Cizîrê û rojhlatê Feratê ji destên çeteyên DAIŞ’ê dest pê kiriye, hate erkdarkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …