Berberiya leşkerên  Tirk li ser sînor bi dawî nabe!

NAVENDA NÛÇEYAN – Leşkerên Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ciwanekî bi navê Ela Elî Şêxmûs ku vegeriya  Rojava bi giranî birîndar kirin.

Ela Elî Şêxmûs ku bi eslê xwe  ji bajaroka Til Helif ê girêdayî herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê ye, beriya niha bi du salan bi armanc karkirinê berê xwe dide Bakurê Kurdistanê.

Hikumeta AKP`ê ku destûr nade şêniyên Rojava û Bakurê Sûriyê vegerin warên xwe, şênî neçar dimînin ku bi rêyên cûda vegerin warê xwe. Şêxmûs ku hikumeta AKP`ê destûr neda di derî re vegere Rojava, berê xwe dide sînor da ku di wir re derbasî Rojava bibe.

Şeva din di saet 22:00`an de Şêxmûs ku li ser sînorê hemberî bajarokê Til Hilef vegeriya  Rojava, leşkerên artêşa Tirk gule lê reşandin û di encamê de Şêxmûs bi giranî birîdnar bû.

Hêzên Asayîşa Rojava yekser destwerdan kirin û ew rakirin neşxweşxaneya Serêkaniyê. Li gorî bijîşkan rewşa Şêxmûs giran e.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …