‘Bê agahdariya ekîpên rakirina mayînan derbasî taxên Reqayê nebin’

 

 

REQA – Ji Fermadarê Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) Şevger Hîmo, diyar kir ku taxa El-Meşleb a Reqayê bi temamî ji mayînan paqij bûye. Hîmo bang li şêniyên Reqayê kir ku bê agahiya ekîpên pispor ên mayînan nekevin taxên bajêr.

Derbarê xebatên paqijkirina bajarê Reqayê  ji mayîn û bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê, yek ji fermandarên QSD`ê Şevger Hîmo ji ajansa me re axivî. Şevger Hîmo diyar kir ku xebatên paqijkirina bajarê Reqayê ji mayînan, ji aliyê ekîpên endezyar  ên rakirina mayînan ve, didomin û wiha pê de çû:”Ji ber pirbûna mayînan di hin taxan de û pirbûna cureyên wan û hesasiyeta wan mayînan, xebatên paqijkirina mayînan bi baldarî didomin.”.

Hîmo wiha domand:”Taxa El-Meşleb, piştî kedên mezin ji aliyên ekîpên endezyariyê yên rakirina mayînan ve, bi tememî hate paqijkirin û berî çend rojan şêniyên wê vegeriyan. Lê taxên din ên wek El-Sînae, hundirê Sûrê û taxa El-Remliye bi rengekî zêde mayîn lê hatine çandin, ekîpên endezyariyê tevî kêmbûna derfetan û kêmbûna hejmara endamên ekîp, xebatên paqijkirina mayînan didome.”

Hîmo, destnîşan kir ku hinek ji şêniyan bi hinceta derbasbûna taxa El-Meşleb, ku destûr hate dayîn şêniyên wê vegerin, bê agadarî derbasî taxên din ên wek El-Remliyê, El-Sûr û El-Sînae dibin, taxên naborî jî hîna jî nehatine paqijkirin û got:”Sivîl Bê agahdariya  ekîpên endezyariyê derbasî wan taxan dibin ev yek jî metirsiyeke mezin li ser jiyana wan çêdike.”

Fermandarê QSD`ê Şevger Hîmo, di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên bajarê Reqayê, bi taybet şêniyên taxên ku hê ji mayînan nehatine paqijkirin kir ku, bê agadariya ekîpên endizyarê yên paqijkirina mayînan derbasî wan taxan nebin û daxwaz ji şêniyan kir ku girîng e şênî bi ekîpên endezyariyê re bibin alîkar da ku bê ziyan ew tax ji mayînan bêne paqijkirin.

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …