Baxoz ji sedî 90 rizgar bû

Şervanên QSD`ê li bajarokê Baxozê noqteyên nû rizgar kirin. Bi vê yekê ji sedî 90 ji herêmê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatiye rizgarkirin. Yek ji fermandarên QSD`ê Dilşêr Hesekê da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin.

DÊRAZOR

Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawîn de li gundewarên rojhilatê Dêrazorê didome. Şerê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Baxozê de didome.

Bajarokê Baxoz noqteya dawîn a di bin dagirkeriya çeteyan de li Bakurê Sûriyê ye. Ev bajarok ji ber nêzî herêma sînorê Iraqê ye, ji DAIŞ`ê re xwedî cihekî stratejîk e.

Beriya du rojan fermandarê pêngava Bagera Cizîrê Çiya Firat bi daxuyaniyekê di civîna çapemeniyê de ku li Heqil Umer hate lidarxistin, ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de têk çûne û tenê 600–700 metreçargoşe di bin dagirkeriya wan de maye.

Her wiha Firat destnîşan kir ku ew bi baldarî noqteyên dawîn rizgar dikin, ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin da ku li pêşiya pêşveçûnên şervanan bibin asteng.

` di demên berê de hevdîtin bi yek ji fermandarên Baxozê û bi taybet eniya bakur dema ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin, çêkir. Fermandar di hevdîtina xwe de diyar kir ku wan hejmareke çeteyan tune kirin her wiha herêma bakur bi temamî rizgar kirin û depoyeke cebilxaneyê girtin.

Careke din nûçegihan derbasî Baxozê bûn û tevgera şervanan û alavên leşkerî yên li herêmê, şopandin. Yek ji fermanarên QSD`ê yê eniyê Dilşêr Hesekê diyar kir ku piştî eniya bakur a Baxozê û hindek taxên nû rizgarkirin, niha jî ji sedî 90 ji Baxozê rizgar bûye.

Dilşêr destnîşan kir ku şerê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê li herêma di bin dagirkeriya çeteyan de didome û çete bi temamî di çemberê de ne û wiha dewam kir: “Çeteyên DAIŞ`ê sivîlan ji xwe wek derfet dibînin û xwe di nava wan de vedişêrin da ku xwe ji derbeyên şervana biparêzin û diçin kampên ku li herêmên hatine avakirin.”

Dilşêr teqez kir ku teqez kir ku di nava çend rojên pêş de çeteyên DAIŞ`ê dê têk biçin. Her wiha diyar kir ku ew bi baldarî li herêmê bi pêş de diçin, ji ber gelek sivîl ku piraniya wan malbatên çeteyan e hene û çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ`ê mayîn bi awayekî zêde di hundirê bajarokê Baxozê danîne da ku li pêşiya şervana bibin asteng.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …