Baskên Ebû Fas û Cezrat ên Bagera Cizîrê gihîştin hev

DÊRAZORÊ – Baskên Ebû Fas û Cezrat ên BagerCizîrê gihîştin hev û şervanên QSD’ê pêşve diçin.

Pêngava Bagera Cizîrê di 9’ê Îlonê de bi du baskên Ebû Fas û Ebû Xeşeb hatibû destpêkirin û di roja xwe ya 29’emîn de didome. Baskê Ebû Fas li bakûrê bajarê Dêrezorê hatibû destpkirin.

Di 28’ê Îlonê de Fermandariya QSD’ê ragihandin ku Pêngava Bagera Cizîrê ketiye qonaxeke nû û wê şervan bi 4 baskên esasî  tev bigerin. Yek ji wan baskan, baskê Cezrat  ê li bakûrê rojavayê Dêrazorê hatibû destpêkirin bû.

Baskên Ebû Fas û Cezrat li bakurê Dêrazorê li nêzî şirketa şekir gihîştin hev û şervanên QSD’ê pêşve diçin.

Pêşveçûna şervanan li baskên Siwar û Mergede jî didome û di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê şer didome.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …