Barîn Kobanê: Sembola Berxwedana Serdemê

 EFRÎN – Şehîd Barîn Kobanê çembera ku hevalên wê katibû vekir û bi tekoşîna xwe bû xalek bingehîn ya Berxwedana Serdemê, bû bingeha rast a tekoşîna jinan a di ber azadiyê de ye.

BARIN KOBANE

Şervana YPJ’ê Emîna Mustefa Umer (Barîn Kobanê) di sala 1992’an de hate dinê û di sala 2014’an de tevlî YPJ’ê bû. tevlîbûna wê ya YPJ’ê piştî ku çeteyên DAIŞ’ê gundên wan Qer Kebîn a herêma Babê dagir kirin pêk hat.

Barîn tevî malbata xwe ji gund koçber bûn û li Kantona Efrînê bi cih bûn.  Li vir malbata Barîn ku bi welatparêzî dihate naskirin, dest bi tekoşînê kir û wê jî tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê di nava YPJ’ê de dewam kir.

Bi destpêkirina êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê ku di 20’ê çile destpê kir, Barîn wekî hezaran şervanên din cihê xwe di Berxwedana Serdemê de girt û tevlî berxwedana li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê bû.

Barîn bi çalakiyekê li gundê Qornê ya navçeya Bilbilê çembera ku dewleta Tirk û çeteyên wê li ser komek hevalên wê pêk anî bû şikand.

Barîn di çalakiya xwe ya qehremane de şehîd bû û karîbû çemberê li ser hevalên xwe bişkîne. Barîn bû bingehek tekoşna Berxwedana Ser demê û bû hêviya hemû jinên azadîxwaz ên Rojhilata Navîn, êdî navê Barîn li ser hemû zimanan e tê gotin, hemû rojname li ser Barîn nivîsîn, her wiha helbestvanan helbest li ser gotin.ROJHAT

Şervanê YPG’ê Rojhat Arîn ku yek ji hevalên Şehîd Barîn e û yê di şerê wê yê dawî de bi pê re bû wiha li ser berxwedan û tekoşîna Şehîd Barîn axivî: “Barîn bi mura xwe ya bilind dihate naskirin, me hêza xwe ya menewî ji rûkeniya wê digrt. Her dem çalak û rûke bû. Erka xwe ya leşkerî bê westandin pêk tanî, her dem li kêleka hevalên xwe bû.”

Rojhat derbarê şerê dawî ku ew û Şehîd Barîn bi hev re bûn jî wiha got: “Derdora saet 10.00’ê sibê bû, em li cihê xwe yê parstinê bûn, da ku em bersiva êrîşa Artêşa Tirk û çeteyê wê bidin, ez li kêleka Şehîd Barîn di xetên pêş de bûm, komek hevalên din bi me re bûn.”

Rojhat da zanîn ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan û fûzayan, her  wiha bi balafirên şer gund bombebaran û topbaran kirin û wiha dom kir: “Bi vê yekê em kirin çemberê. Barîn xwest çemberê li ser me bişkîbe, bi rihê fedayî berê xwe da dizmin û xwe kir kutleyek ji agir. Çember ji ser me şikand, me karîbû birîndarên xwe jî ji qada şer derxîne.”

Rohat soza da ku ew ê heta dawî şopdarên riya Barîn bin û wê tola wê ji Artêşa Tirk û çeteyên wê rabike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …