Barbariya dewleta Tirk li Efrînê zêde dibe, 148 sivîl şehîd bûn

EFRÎN – Roj bi roj sivîlên Efrînê ku di encama bombebaran û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd dibin, zêde dibin. Li gorî daneyên herî dawî ku Meclîsa Tenduristî eşkere kirin, heta niha 148 sivîl şehîd bûn û 365 sivîlên din jî birîndar bûne.

Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê bi civîneke çapemenî ku li nexweşxaneya Efrînê hate lidarxistin, hejmara şehîd û birîndarên sivîl ji roja 20`ê çile ta roja roja îro  eşkere kir.

Hevseroka Meclîsa Tenduristî Encîliya Reşo di civîna çapemeniyê de axivî û da zanîn ku ji roja destpêkê êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê, heta niha 148 sivîl di nav de 26 zarok û 17 jin şehîd bûne.

Encîliya bal kişand ku heta niha hinek sivîlên din di binê enqazan mane û ew çarenûsa wan nizanin.

Encîliya got ku heta niha 365 sivîl di nav de 55 jin û 40 zarok birîndar bûne.

Di dawiya civîna çapemeniyê de, Hevseroka Meclîsa Tenduristî destnîşan  kir ku ew ê navê şehîd û sivîlên birîndar belge bikin û di demên pêş de ji raya giştî re eşkere bikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …