EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker stasyona tirênê ya li gundê Estîra bombebaran kir. Di encamê de stasyon bi temamî hate rûxandin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker şevê din stasyona tirênê ya li gundê Estîra ya girêdayî herêma Efrînê bombebaran kir. Di encamê de, stasyon bi temamî hate rûxandin.
Stasyona tirênê yek ji kevintirîn şûnwarên dîrokî li Efrînê ye. Dîroka wê ku vedgerê 1911`an, navgîna di navbera Şam, Heleb û Tirkiyê de ye.
Stastyona tirênê piştî destpêkirina aloziya Sûriyê di 2011`an de, hate rawestandin.