EFRÎN – Balafirên Artêşa Tirk a dagirker gundewarên navçeya Bilbilê û gundewarên wê bombebaran dike.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku ji saetên serê sibehê de, balafirên Artêşa Tirk a dagirker derdora çiyayê Gir û gundên Tobal, Ibêdan, Qurnê, Elî Caro û girê Şêx Xurzê yên navçeya Bilbilê bombebaran kirin.
Di encama bombebaranê de gelek ziyan gihîşt malên welatiyên herêmê.
Bombebaran didome.