Balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser gundên Kobanê digerin

KOBANÊ – Balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser gundê Zormexarê û bajaroka Şiyûx ên dikevin rojavayê bajarê Kobanê digerin.

Çavkaniyên ji Kobanê ragihandin ku balafirên keşfê yên Tirkiyê vê êvarê li gundê Zormexarê  û bajaroka Şiyûx ên dikevin rojavayê bajarê Kobanê li beramberî Cerablusê li rex çemê Firatê digirin.

Artêşa Tirk a dagirker ev du roj in bi tank û topan gundên Zormexarê yê rojavayê bajarê Kobanê topbaran dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …