Balafirên artêşa Tirk îro 11 sivîl qetil kirin, 16 jî birîndar kirin

EFRÎN – Îro, di topbaran û bombebarana artêşa Tirk a dagirker li herêma Efrînê de, heta niha 11 welatiyên sivîl şehîd bûne, 16 sivîlên din jî birîndar bûne.

Çavkaniyan dane zanîn ku ji 16 sivîlên birîndar, 4 jê zarok in, du jê jin in û 10 jî mêrin. Birîndar ku niha li nexweşxaneyên Efrînê têne dermankirin, hinek ji wan rewşa wan di xeteriyê de ne.

Ji kesên ku şehîd bûne nasnameya hinek diyar bûn: Rehef 33 salî,  zarokê bi navê Wail ê yek salî, zaroka bi navê Hedîl a 8 salî, zarokê bi navê Museb ê 6 salî, zarok Ehmed 17 salî, zaroka bi navê Selme 6 salî.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …