DÊRAZOR – Şîrketên Ezbe û Konîko yên stratejîk ên herêma Dêrazorê, piştî dorpêça du rojan hatin rizgarkirin.
Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû leza xwe didome. Şervanên QSD’ê gav bi gav bi pêş de diçin û derbeyên giran li çeteyan dixin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ya di bin sîwana QSD`ê de, îro di saet 9:50ʹan de şîrketên petrolê yên Ezbe û Konîko yên dikevin bakur-rojhilatê Dêrazorê piştî dorpêça du rojan, rizgar kirin.
Li herêmê şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bi pêşve diçin.