Bagera Cizîrê: Sê gund rizgar bûn, 2 bask gihiştin hev

DÊRAZORÊ– Şervanên Bagera Cizîrê pêşveçûna xwe didomînin, li Baskê Cezrat şervanan 3 gund rizgar kirin. Şervanên baskê Cezrat û baskê Ebû Xeşeb jî gihiştin hev.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê ku di 9’ê îlonê de destpê kir, pêşveçûna xwe didomînin. Li baskê Mergeda şervan 2 KM ber bi rojavayê gundê Kobra ve pêş ve çûn, li vir pêşveçûna şervanan didome. Li Baskê Siwer jî şervanên QSD’ê ketin destpêka gundê Mewalih ya dikeve bakur-rojavayê bajaroka Siwer. Di şerê li vir de 3 çete hatin kuştin, termê 2 çeteyan ket destê şervanan, her wiha şervanan yek BKC, Kilêşek tevlî rextê destserkirin. Li vir şer bi giranî didome.

Şervanên Baskê Cezrat jî gundên El-Sewa, Mişlak û Mihêmda yên dikevin bakur-rojavayê Dêrazorê rizgar kirin.

Şevê din şervanên baskê Ebû Xeşeb û şervanên Baskê Cezrat gihiştin hev. Pêşveçûna şervanan didome.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …