Bagera Cizîrê: QSD‘ê gihaşt sînorê Iraqê

DÊRAZOR – Pêngava Bagera Cizîrê bi pêşveçûnên şervanên QSD‘û û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê didome. Şervanan 40 km pêşde çûn û derbeyên giran li çeteyên dan.QSD-KIHST-SINORI-IRAQI (7)

Pengava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 77‘an de bi pêşveçûnên şervanan didome. Şervanên ji aliyê şirketa Tenek ve ketin tevgerê û di nava 3 rojan de 40 km pêş de çûn û serê sibehê gihaştin sînorê Iraqê ku dikeve 9 km bakurê El Bukemalê.

Di pêşvêçûna şervanan de di navbera çeteyên DAİŞ‘ê û şervanên QSD‘ê de de şerên dijwar rû da.  Di encamê pêvçûnê de gelek çete hatin kuştin, 11 cenazeyên çete û miqdareke çek û cebilxane û maşîneyeke zirxê kete destê şervana.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …