Bagera Cizîrê: QSD`ê derbasî daketina bajaroka Siwer bû

DÊRAZOR – Şervanên QSD`ê îro ketin daketina bajaroka Siwer a li bakur-rojhilatê Dêrazorê.

Pêngava Bagera Cizîrê tevî êrîşên Rûsya bi hemû leza xwe dewam dike. Duh, piştî ku şervanên QSD`ê depoyên genim ên bajaroka Siwer rizgar kirin, îro ketin daketina rojava ya bajaroka Siwer.

Li gorî agahiyên ku  wê ji herêmê hatine girtin, di van kêliyan de şerên dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên  DAIŞ`ê li daketina bajarok rû didin û şervanên QSD`ê bi pêşve diçin.

Pêngava Bagera Cizîrê ku 9`ê mehê de hatibû destpêkirin, kete roja xwe ya 17`an. Hêzên Rûsya û Rejîma Sûriyê ji bo astengkirina pêngavê di 16`ê mehê de noqteyên QSD`ê li gundewarên Dêrazorê, bombebaran, kirin û di encamê de 6 şervanên QSD`ê birîndar bûn.

Duh careke din balafirên Rûsya, noqteyên QSD`ê yên li kargeha Konîko ya gazê bombebaran, kirin û di encamê de şervanekî QSD`ê şehîd bû û hin şervanên din jî birîndar bûn. Lê tevî van hemû êrîşan şervanên QSD`ê roj bi roj bi pêşve diçin û herêmên nû ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar dikin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …