Bagera Cizîrê pêşve dice, êrîşa çeteyan hate şikandin

DÊRAZORÊ– Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li sê baskên Bagera Cizîrê didome, li Baskê Mergehda çeteyan êrîşî gundê Ciwêf kirin, şervanan besiv da û êrîşa çeteyan şikandin, li baskê Cezrat termê 2 çeteyan ket destê şervanan.

Hemleya Bagera Cizîrê ku şervanên QSD’ê dane destpêkirin di roja 26’an de bi hemû hêza xwe didome. Li Baskê Mergehda çeteyên DAIŞ’ê bi erebeye bombebarkirî êrîşî gundê Ciwêf kirin. Şervanan bersiva êrîşa çeteyan dan û şer derket. Di encama bersivdayîna şervanan de çete ji herêmê reviyan û şerê li vir rawestiya. Li Baskê Mergehda şervan pêşveçûna xwe didomînin.

Li Baskê Cezrat jî şervan di aliyê gundên Kesra ve pêşveçûna xwe didomînin. Di encama şerê ku li vir de termê 2 çeteyan ket destê şervanan, her wiha şervanan 3 kilêş, 2 rextên çeteyan ketin destê şervanan. Li vir jî şervan pêşveçûna xwe didomînin.

Li baskê Siwer jî şervan li aliyê sînorê Îraqê ve pêşveçûna xwe didomînin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …