Bagera Cizîrê: Gelek cihên stratejik û 10 hezar sivîl hatin rizgarkirin

DÊRAZORÊ – Pêngava Bagera Cizîrê di 16`an de  berdewam dike û şervanên QSD’ê gelek cihên stratejîk û 10 hezar sivîl rizgar kirin.

Pêngava Bagera Cizîrê ku di 9’ê Îlonê de ji aliyê şervanên QSD û pêşengtiya Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê hatibû destpêkirin, di roja 16`an de berdewam dike.

Bîlançoya hefteya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê wiha ye:

“Şervanên QSD’ê di hefteya duyemîn  a pêngavê de 70 km2  ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin û ber bi pêş de diçin. Di hefteya dawî de şervanan 36 mezra rizgar kirin. Her wiha di van êrîş û pêşdeçûna de 23 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 4 jî ji wan bombeyên întiharê li xwe pêçabûn. Ji aliyê komên taybet yên QSD’ê ve 17 çete ji wan 8 çete di kampa Seed a koçberan dîl hatin girtin. Her wiha balafireke kefşê ya çeteyên DAIŞ’ê hate xistin û 2 erebeyên doçka û erebeyek zirxî hatin rûxandin. Di heman demê de  3 erebeyên teqemeniyê jî ji aliyê şervanan ve hatin bê bandorkirin. Erebeyek cûreya Tiwêta û erebeyek zirxî ketin destê şervanên QSD`ê.

Her wiha du kargehên stratejîk ên gazê Ezba û Konîko hatin rizgarkirin.

Ji aliyekî din ve jî, 10 hezar sivîlên Dêrazorê hatin rizgarkirin û li cihên bi ewle hatin bicihkirin.

Di encama şerê hefteya dawî de 10 şervanên QSD’ê (Ji wan 2 endamên YPG’ê yên tendirûstiyê ku dixwestin zarokekî 14 salî rizgar bikin) şehîd bûn.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …