Bagera Cizîrê  didome: Gundekî din azad bû

 DÊRAZOR – Şervanên QSD`ê ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de pêş vê diçin gundê Diban, rizgar kirin.

Pêngava Bagera Cizîrê ev 70 roj in bê navbera dewam dike. Şervanên  QSD`ê gund û qadên nû rizgar dikin. Îro jî şervanan gundê Diban ku 50 Km li başur-rojhilatê Dêrazorê dikeve, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Di encama şerê ku li gundê navborî rû da 4 çete hatin kuştin û erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

 

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …