Bagera Cizîrê: Di nava 20 rojan de 1776 çete hatin kuştin

 NAVENDA NÛÇEYAN – QSD‘ê ragihand ku hêzên wan di nava 20 rojên dawî de yên Pêngava Bagera Cizîrê de, bajaroka El-Behra ya rojhilatê Dêrazorê û 20 rojan de hezar û 776 çete kuştin. Her wiha bi dehan çete û erebeyan wan hatin desteserkirin.

EFRIN-DAXIANINA-QSD (4)

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD‘ê derbarê mijarê de daxuyaniyeke li ser maplera xwe ya fermî belav kir. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Şervanên QSD‘ê ku di nav de Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê jî di nav de ye, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ya li dijî terorîstan bajaroka El-Behra ya rojhilatê Dêrazorê rizgar kirin. Ev dever ji bargehên girîng ên terorîstên DAIŞ‘ê ne, ku tê de ambarên wan ên çek û çebilxaneyên hene û di demên dawî de wekî nuqteya pêkanîna êrîşên bombekirî li dijî sivîlan û jêdera êrîşên li dijî şervanên QSD‘ê dihat dîtin.

Hêzên me  li derdora vê bajarokê, bi terorîstan re ket nav şer de û bersiva her êrîşên wan dan. Di şerê ku 20 rojan dewam kir de, şervanên me derbeyên giran li terorîstan dan, tevî ku bi sedan mayîn li derdora bajarok û di nava malan de jî hatin danîn, lê şervanên me bi pisporî nêzî vê yekê bûn û herêm rizgar kirin.

Di şerê rizgarkirina El-Behra ku bi destekdayîna balafirên koalîsyona navdewletî pêk hat de, hêzên me miqdareke mezin ji çek û cebilxaneyên desteser kirin. Fermandariya meydanî ya şer jî diyar kir ku di nava 20 rojan de hezar û 776 çete hatin kuştin, 16 topên hawnê, 17 erebeyên bombekirî, 8 çekên doçka, 14 erebeyên doçka li ser, 24 tirks, 3 bargehên bombekirina erebeyan, 2 panzêr, 5 balafirên keşfê, 7 motosêklêtên barkirina cebilxaneyan, 1 fuz3,2 erebeyên BMB, 12 erebeyên leşkerî, 1 obus, 3 erebeyên barkirina cebilxaneyan û erebeyeke SPG3 ketin destê şervanên me.

Pêngava Bagera Cizîrê ya ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ve bi armanca rizgarkirina bejahiya gundewarên Dêrazorê bi hêza xwe de didome.”

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …