DÊRAZOR – Şervanên QSD`ê nîvê bajaroka Siwerê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Çav li rêye ku bajarok di çend saetên pêş me de bi temamî werê rizgarkirin
Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû leza xwe dewam dike. Şervanên QSD`ê ku duh derbasî daketina bajaroka Siwerê bûn, îro nîvê bajarok ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar, kirin. Her wiha panêzereke çeteyan jî kete destê şervanan.
Li nîvê din ê bajaroka Siwerê jî şerên dijwar rû didin. Li gorî çavkaniyên ji QSD`ê di çend saetên pêş me de wê bajarok bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê werê rizgarkirin.
Bajarok Siwerê li bakur-rojhilatê Dêrazorê dikeve.