Bagera Cizirê: 34 çete hat kuştin

DÊRAZOR– Şervanên QSD di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de pêşveçûna xwe didomînin. Şervanan îro jî derbeyên giran li çeteyan dan û 34 çeteyên DAIŞ’ê hat kuştin.

Pengava Bagera Cizirê di roja xwe ya 68’ande didome. Şervanên QSD’ê pêşveçûna xwe roj bi roj didomînin. Şervanan îro jî bi ji 2 bask pêşveçûn.

Baskê yekem ji aliye Siwar ve pêşve çû û 4 Km pêş ve çû. Li vir di navbera çeteyan û şervanan de şer derket. Di encamê de 10 çete hat kuştin,  motrosklêtek û hin cebilxaneyên çeteyan ket deste şervanan.

Baskê din jî îro pêşveçuna xwe dewam kir. Li bakurê gundê Diban a dikeve  5 Km rojhilatê bajarê Meyadin  di navbera şervanan û çeteyên DAIS’ê de şer derket. Di encamê de 24 çete hat kuştin. Li vir jî şervanan tirmpêleke çete imha kirin û hinek cebilxaneya çeteyan ket destê şervanan.

Di encama şerê îro de 5 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …