Bagera Cizîrê: 17 mezra û gundek hatin rizgarkirin

DÊRAZOR – Şervanên QSD`ê 17 mezra û gundekî li bejahiya Dêrazorê ji çeteyên  DAIŞ`ê rizgar  kirin.

Di çarçoveya Pêngava  Bagera Cizîrê de, şervanên QSD`ê li baskê Mergedê 2 Km din  bi pêşve çûn û 17 mezra ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Li baskê Cezrat jî şervanan gundek rizgar kirin, lê  navê gund nehate zanîn.

Her wiha şervanên QSD`ê gundê El-Sawa ku 24 Km li bakur-rojavayê Dêrazorê dikeve, xistin çemperê.

Li başûrê bajaroka Siwerê jî pêşveçûyîna şervnanên QSD`ê dewam dike.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …