Bagera Cizîrê: 15 mezra hatin rizgarkirin, şervan pêşve diçin

DÊRAZOR – QSD`ê li bakurê Dêrazorê 15 mezra ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û li herêma Siwer şervan derbeyên giran li çeteyan dixin û bi pêş ve diçin.

Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 11`an de bi hemû hêza xwe dewam dike. Li rojhilatê Mdeîne Siniyê (Herêma Pêşezazî) ya bakurê Dêrazorê şervanên QSD`ê ji şeva din vê derdora 5 kîlometreyan pêş ve çûn û 15 mezra rizgar kirin.

Şervanên QSDʹê ji aliyê Ebû Fas ve jî di herêma Siwer bi pêşve diçin û derbeyên giran li çeteyan dixin.

Di heman demê de li herêma navborî, çeteyekî DAIŞ`ê tevî çeka xwe ya BKC bi saxî ket destê şervanan.

Şerê li herêma Siwer ta kêliya amadekirina vê nûçeyê dewam dike.

Ji aliyekî din ve sivîlên Dêrazorê ku jiyana wan ji ber şerê di navbera hêzên Rejîma Sûriyê û hevalbednên wê Rûsiya û Îranê ya bi çeteyênDAIŞʹê re dikeve metirsiyê. Rojane sivîlên wan herêman xwe dispêrin herêmên di bin serweriya hêzên QSDʹê de. Di vê çarçoveyê de, ji şeva din ta saetên sibehê bi sedan sivîl xwe spartin herêmên di bin parastina şervanên QSD`ê. Şervanên QSD`ê ji aliyê xwe ve sivîl derbasî cihên bi ewle kirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …