Bager Cizîrê: 2 gund û 4 mezre hatin rizgarkirin, pêşveçûn didome

DÊRAZORÊ– Şervanên Bagera Cizîrê li her çar baskên hemleyê pêş ve diçin, li Baskê Mergeda sê kîlometreyan pê ve çûn, li Baskê Cezrat jî 2 gund û 4 mzree rizgar kirin.

Şervanên Bagera Cizîrê li her çar baskan pêş ve diçin. Li baskê Cezrat şervanan şevê din gunden Wasya, Qibada, 4 mezrehe û meheta trênê rizgar kirin.

Li baskê Mergeda ji şevê din şervan sê kîlometreyan pêş ve çûn. Şervan pêşveçûna xwe didomînin.

Şer didome û şervan li baksên Cezrat, Siwar û Mergeda pêşveçûna xwe bê navber didomînin û derbeyên giran li çeteyan dixin.

Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û hêzên din ên di bin banê QSD’ê de di 9’ê îlonê de hemleya Bagera Cizîrê dane destpêkirin.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …