Artêşa Tirk xwe li kampa Etma bi cih kiriye û ji wir êrîşî Efrînê dike

 EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çekên xwe yên giran li kampa Etma ya koçberên ji Sûriyê bi cih kirine û ji wir navenda herêma Cindirêsê û gundên wê topbaran dikin.

Kampa Etma girêdayî parêzgeha Idlibê ye û 20 km li başûrê Efrînê dikeve.

Di kampê de bi hezaran koçberên ji Sûriyê têde hene.

Têkildarî mijarê Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê koçberên kampa Etma wekî mertalên zindî bi kar tînin

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …