EFRÎN – Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Çeqela ya herêma Cindirêsê de, welatiyekî sivîl ê 20 salî birîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker bi balafir û topavêjan ji 20`ê çil de herêma Efrînê bê serûber topbaran dike.
Di vê çarçoveyê de, artêşa dagirker îro gundê Çeqela ya navçeya Şiyê ya herêma Cindirêsê topbaran kir.
Di encamê de, welatiyekî sivîl Mihemed Ehmed Silêman ê 20 salî bi giranî birîndar bû û şêniyên gund yekser ew rakirin nexweşxaneyê.